Ahmet Aydın
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
BRUKSEL (AA) - Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, derbarê pêşhatên li herêma Geliyê Kerçê ya Deryaya Azakê got, "NATO bi hemî endamên xwe piştgiriya yekparçeyiya Ukraynayê û serweriya wê dike. Em bangawaziyê li Rûsyayê dikin ku esker û keştitên desteserkirî yên Ukraynayê demildest serbest berde."
Stoltenberg piştî civîna derasayî ya Komisyona NATO-Ukraynayê ya li Brukselê civîneke çapemeniyê li dare xist û tê de wiha got, "NATO bi hemî endamên xwe piştgiriya yekparçeyiya Ukraynayê û serweriya wê dike. Em bangawaziyê li Rûsyayê dikin ku esker û keştitên desteserkirî yên Ukraynayê demildest serbest berde."
Stoltenberg bal kişand ser wê yekê ku pêşhatên ku di nava Rûsya û Ukraynayê de rûdan, heta bê bes "xeternak" e û wiha got, "Ti kes nikare bikaranîna hêza eskerî li dijî keştiyên Ukraynayê mafdar nîşan bide."