Nihat Kavşut
02 Mijdar 2018•Rojanekirin: 02 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber îdiaya ku bernameya ByLockê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) emilandine der heqê 50 gumanbarî da biryara binçavkirinê derxist.
Li gor agahiyan piştî tesbîtkirina 50 gumanbarên ku bernameya ByLockê emilandine navend Stenbol li Samsun, Sakarya, Konya, Kahramanmaraş, Hatay, Trabzon, Yozgat û Balikesirê operasyon hatin kirin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 27 kes hatin binçavkirin û ji bona qefaltina gumanbarên din jî xebat dewam dikin.