Orhan Sağlam
27 Sibat 2026•Rojanekirin: 27 Sibat 2026
Li Wanê ji ber şert û mercên hewaya nebaş li tevahiya bajêr dibistan ji bo rojekî hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li bajêr barîna berfê, cemed û mij bandora xwe didomîne.
Ji ber şert û mercên hewaya nebaş li tevahiya bajêr hemû saziyên perwerdeyê yên seretayî û navîn (lîse, perwerdeya gel û navendên rehabîlîtasyonê di nav da) dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Xebatkarên kamuyê yên astengdar, ducanî û zarokên wan ên di navbera 0-6 salî hene bi îzna îdarî bên hesibandin.