Fatih Gazioğlu
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
BÎNGOL
Navê Musa Ozalkanê ku li Efrînê şehîd ketibû dan pirtûkxaneya Dibistana Navîn a Çukurtepeyê ya li Karliovaya navçeya Bîngolê.
Mamosteyên gund ê Dibistana Navîn a Çukurtepeyê poleke bi îmkanên xwe kir pirtûkxene û navê wê jî kirin Pirtûkxaneya Şehîd Musa Ozalkan.
Pirtûkxane bi beşdarbûna Qeymeqam Levent Yetgîn, Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Resul Kabataş, Midûrê Weqfa Alîkarî û Piştgiriyê ya Civakî (SYDV) Ozgur Degîrmencî û xwendekaran bi merasîmekê hat vekirin.
Midûrê Dibistanê Bîlal Ozdemîr daxuyaniyek da û got ku wan xwest ku wesiyetnameya şehîd Ozalkan bicihbînin. Midûr Ozdemîr got ku ew ê di demekê kin de der barê pirtûkxaneyê de agahiyê bidine malbata şehîd jî.