Muhammed Nuri Erdoğan
13 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2023
Hat ragihandin, li herêma Operasyona Pençe-Kîlîtê di êrîşa mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz da Texmenê Peyade Eril Alperen Emir şehîd bû.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin:
"Li herêma Operasyona Pençe-Kîlîtê di êrîşa mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz da hevalê me yê çekê yê qehreman Texmenê Peyade Eril Alperen Emir şehîd bû.
Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike ku di vê bûyera tal a ku em xemgîn kirin da jiyana xwe ji dest da, serxweşî û sebrê bide malbat û xizmên wî, Hêzên Çekdarên Tirk û her wiha gelê me."