20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Şirketa xeyrîmenqûlê ya Nefê bû sponsorê Barcelonayê.
Li gor daxuyaniya ku ji Nefê hat dayîn, şirket bû sponsorê klûba Barcelonayê. Şirket par jî bibû sponsorê sereke yê Galatasarayê.
Nefê di 18ê nîsanê da bi Barcelonayê ra peymana sponsoriyê mohr kir. Li Ewropayê 50 milyonî zêdetir alîgirên Barcelonayê hene û li Ewropayê klûba ku herî zêde alîgirên wê hene Barcelona ye.
Rêvebiriya Nefê bi sponsoriyê va him dixwaze stratejiyên xwe yên Ewropayê xurt bike him jî hedefa wê ew e ku çîroka Tirkiyeyê ji dinyayê ra bêje.
Rêvebiriya Nefê wê hûrgiliyên sponsoriyê di meha gulanê da li Stenbolê eşkere bike.