09 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
ANKARA
Li giştiyê welêt welatî ji bo ku bertekê bidin nîşanî hewla derbê ya FETO "nobedariya demokrasiyê" didomînin.
- Enqere
Bi hezaran welatî li Meydana Kizilaya Enqerê "nobedariya demokrasiyê" didomînin.
Piştî hewla derbê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) îro jî bi hezaran jin-zar, kal-pîr li Meydana Kizilayê civiyan û "nobeta demokrasiyê" girt.
Li meydanan platform hatin danîn û Amirê Îdareya Meclisê û Parlementerê Enqerê yê AK Partiyê Ahmet Gundogdu û hin parlementer û şaredaran silav dan gel.
Tîma Mehterê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê konsereke piçûk da, welatiyan bi alaya tirkan va beşdar bûn û bi tirkî û îngilizî pankartên li dijî derbê vekirin.
Welatiyan li ser ekrana qadê dîmenên şevê derbê temaşe kir û slogana "Şehît namirin, welat perçe nabe" avêt. Piştî xwendina Qurana Pîroz, ji bo welatiyên ku di berxwedana hewla derbê da şehît bûn, dia hat kirin.
Li ber Kulliyeya Serokomariyê nobedariya demokrasiyê
Hezaran welatiyên dijî hewla derba FETO, li ber Kulliyeya Serokomariyê "nobedariya demokrasiyê" didomîne.
Li qadê ekranên mezin hatin danîn û welatiyan dîmenên şevê derbê temaşe kir û slogana "Şehît namirin, welat perçe nabe" avêt.
Piştî xwendina Qurana Pîroz, ji bo welatiyên ku di berxwedana hewla derbê da şehît bûn, dia hat kirin.
- Stenbol
Li Stenbolê welatî nobeta demokrasiyê ya ku li deverên cihê yên bajêr digirin, didomînin.
Welatiyên ku civiyan û li dijî hewla derbeyê ya FETOya rêxistina terorê bertek nîşan dan, digel alayên tirkan li Meydana Taksîmê hewla derbeyê protesto kirin.
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya FETOyê bertek nîşan dan, digel alayên tirkan li Saraçhaneyê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Kisikli û Sîlivriyê jî hewla derbeyê protesto kirin.
Di nobeta demokrasiyê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin.
- Diyarbekir
Gelek welatî li Park Ormana li Kayapinara navçeya navendî ya Diyarbekirê civiyan û bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan û alayên Tirkiyeyê liba kirin û posterên Serokomar Erdogan dan destê xwe.
Li meydanê ji bo şehîtan mewlûd hat xwendin û dia hat kirin.

- Batman
Li Batmanê jî welatiyan nobeta demokrasiyê girtin û di çarçoveya çalakiyan da Qur'an hat xwendin û beytên bi tirkî, kurdî û erebî hatin gotin.
- Bîngol
Li Bîngolê welatiyên ku bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan nobeda demokrasî û raya milî ya ku dabûn destpêkirin domandin.
- Sêrt
Li Sêrtê tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, gelek kes tevî alaya Tirkiyê li ber avahiya parêzgehê hatin cem hev û nobeda demokrasiyê girtin.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê welatî digel alaya Tirkiyê li ber Serokatiya AK Partiyê ya Parêzgehê hatin cem hev û dirûşmên mîna, "Derbe naçin serî, ezan bêdeng nabin", "Mardîn li vir e, FETO li ku ye", "Em idamê dixwazin" û "Şehîd namirin welat dabeş nabe" berz kirin."
- Wan
Li Wanê nobeda demokrasiyê ya ku welatiyan piştî hewldana derbeya FETO dest pê kiribûn, berdewam e.
Welatiyên ku li Meydana Beşyolê kom bûn, alayên Tirkiyê û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hilgirtin.
- Mûş
Li Mûşê welatî li Meydana Şaredariyê civiyan, digel alayên Tirkiyê û posterên Serokomar Erdogan tekbîr anîn, dirûşm berz kirin û lanet li hewldana derbeyê kirin.
- Bitlîs
Li Bitlîsê jî welatiyên ku bertek nîşanî hewldana derbeya FETO didin, 25 roj e "nobeda demokrasiyê" didomînin.