13 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2019
VAN
Li Wanê ji 6 berşikên ku di operasyona terorê da hatibûn binçavkirin, 3 jê hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, 6 berşikên ku di operasyonên hevdem ên li navenda bajêr û navçeyên wê li dijî kesên ku li çolê perwerde standin û li ser navê rêxistina terorê PKK/KCKyê fealiyetê dikin da hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin.
Ji berşikan Î.O, S.D. û S.D. bi destê dadgeriya nobedar hatin girtin. Y.O, V.K. û D.S. jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li Wanê di 8ê rêbendanê da di operasyona ku hat lidarxistin da 6 berşik hatibûn binçavkirin. Di lêgerînên li navnîşanan da jî materyalên dîjîtal û dokumenên rêxistinî hatibûn bidestxistin.