18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Ji 33 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna DEAŞa rêxistina terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da hatibûn binçavkirin, 28 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" sewqî dozgeriyê kirin da ku bên girtin.
Di lêpirsîna ku Mehmet Şenayê dozgerê Buroya Sûcên Organîze û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da kar û barên fermî yên 33 gumanbarên ku ji ber DEAŞê hatin binçavkirin, li ewlehiyê temam bû.
Piştî ewlehiyê gumanbar anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Hat diyarkirin ku ji 33 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna DEAŞa rêxistina terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da hatibûn binçavkirin, 28 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" sewqî dozgeriyê kirin da ku bên girtin.
Hat diyarkirin ku 4 gumanbar bi şertê kontrola edlî sewqî hakimtiyê kirin û gumanbarek jî serbest hat berdan.