13 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku ekîbên polêsan der heqê êrîşa terorê ya li Sancaktepeyê ya ku 5 jê esker û 3 jê sivîl 8 kes birîndar bûn de wesayîtekî ticarî ya ku plakaya wê hatibû tespîtkirin, digeriyan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist ekîbên girêday, Midûriya Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê yên ku der heqê bûyerê de xebatan dikin tespît kir ku kes an jî kesên ku têkiliya wan bi êrîşa terorê re heye di wesayîta ticarî ya bi plakaya 12 EA 683 de bûn.
Ji bêtêla polêsan ji bo hemû ekîban plaka hat anonskirin û telîmat hat dayîn dema ku wesayîta ticarî bê dîtin bila bê rawestandin, kesên tê de bên girtin hat dayîn.