İbrahim Atmaca
13 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2019
ERZURUM
Li temamê Herêma Rojhilata Anadoluyê piştî nîvro berf wê bibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û pirewrayî be, serê li Erzincan û Erzirmê, piştî nîvro jî li temamê herêmê berf tê payîn.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê ye.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifrê da li Îdir û Tunceliyê 8, li Erzincanê 12, li Erziromê 13, li Qers û Erdexanê 21, li Agiriyê 24 pile hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde jî li Îdirê 7, di bin sifrê da li Tunceliyê 2, li Erzirom û Erzincanê 5, li Qersê 7, li Erdexanê 10 û li Agiriyê 11 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê ya li navendên kaşûnê jî li Palandokena Erziromê 93, li Konakliyê 65, li Sarîqamîşa Qersê 86, li Ergna Erzincanê 60 û li Yalnizçama Erdexanê 36 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo qeşa, cemed, mij û moranê hişyarî da kur welatî tevdîra xwe hildin.