15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê li Avaşîn û Basyana herêma bakurê Iraqê operasyoneke esmanî li dar xist û di encama operasyonê da 4 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn balafirên Hêzên Fermandariya Esmanî serê sibê li Avaşîn û Basyana herêma bakurê Iraqê operasyoneke esmanî li dar xist. Di encama operasyonê da 4 terorîstên ku amadehiya êrîşê dikirin hatin kuştin.
Di operasyonê de mewziyeke hawanê jî bi muhimatên tê da va hat îmhekirin.