Elif Orhan
28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid el-Ûbeydî da zanîn operasyona ji bo ku Mûsilê ji destê DAEŞa rêxistina terorê xilas bikin dê di nêz de ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û başûrê Mûsilê dest pê bike û diyar kir ku operasyon ji bo ku DAEŞê têk bibin dê bibe "qonaxek".
Ûbeydî di dema ziyareta xwe ya ser Şingala girêdayî Mûsilê ya ku di 12ê sermawezê de ji DAEŞê hat xilaskirin de daxuyaniyek da rojnamevanan û bi bîr xist ku hikûmeta Iraqê dixwaze ku îstiqrar bê Şingalê û gel vegere malên xwe û got ku "Operasyona ji bo ku Mûsilê ji destê DAEŞa rêxistina terorê xilas bikin dê di nêz de li HKIyê û ji başûrê Mûsilê dest pê bike."
- Çekdarkirina êzdiyan
Ûbeydî got xwestin ku hêzên êzdiyan ên ku li Şingalê hene û rastî gelek êrîşên DAEŞê hatin çekdar bikin û wiha axivî: "Ji bo ku çekan bidin hêzên leşkerî yên êzdiyan ên taybet me daxwaz bir Serokwezîr Heyder Îbadî re û ev daxwaz dê di demek kurt de bê pêkanîn."
Ûbeydî got ku operasyonên leşkerî yên li Enbara ku dikeve rojavayê welêt li gor planên ku hatin kirin berdewam dikin û da zanîn ku hêzên ewlehiyê Ramadiya navenda bajêr a ku di bin kontrola DAEŞê de ye dorpêç kirine.
Wezîrê Parastinê Ûbeydî di dema têkiliyên xwe yên li HKIyê de her wiha kampa Heşdî Wetaniyê (Koma Neteweyî) ya ku ji dilxwazên şiî pêk tê ya ku ji bo rizgarkirina Mûsilê li bajarê Dihokê perwerdeya leşkerî dibîne ziyaret kir û ji fermandarên leşkerî yên wir agahî sitandin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Ûbeydî "Navenda Operasyonên Hevpar ên Mûsilê" ya li Hewlêrê ziyaret kiribû û her wiha bi Serokê HKIyê Mesûd Barzanî re hevdîtin kiribû. Ûbeydî û Barzanî destnîşan kiribûn ku divê li Iraqê terorîst bên têkbirin û herêmên di destê DAEŞê de demildest bên xilaskirin.