08 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Di kordinasyona ekîbên Şaxa TEMê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê da li 4 bajaran operasona dijî PKKya rêxistina terorê hat kirin û 5 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya 2 lêpirsînên cuda yên ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê rêva dibe da operasyon birin ser 11 navnîşanên li Enqere, Wan, Diyarbekir û Mêrdînê.
Di operasyonan da li Wanê kesek, li Diyarbekirê kesek, li Mêrdînê kesek û li Enqereyê 2 kes hatibû binçavkirin. Şikbarên binçavkirî yên li Enqereyê piştî kontrola teduristiyê birin ewlekariyê, hat ragihandin ku şikbarên din jî ew ê bînin Enqereyê.