01 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di operasyonê da şikefteke 3 qatî ya terorîstên PKKyî bi kar dianîn hat tesbîtkirin û hat xirabkirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr bi endamên tevgera taybet û yekîneyên Fermandariya Lîwaya Hidûd a 48an ra di navbera 28-30yê nîsanê da li Kemerlî û Boyunyakaya texmên Çiyayê Cûdî operasyon kirin.
Di çarçoveya operayonê da teqîbat hat kirin û di teqîbatê da şikefteke 3 qatî ya terorîstan bi kar dianîn hat tesbîtkirin.
Yekîne li şikeftê geriyan û di lêgerînê da 3 bombeyên destan, cebilxaneya wekî dafik danîne, 2 qundaxên keleşkofan, 4 tup, 6 kon, jenerator, amûrên tenduristiyê û gelek amûrên jiyanê hatin dîtin.
Hêzên ewlekariyê şikeft xirab kir, amûrên dîtin jî îmhe kirin.
Li Şirnexê nêzî Çiyayê Cûdiyê di operasyonan da muhimat û gelek amûrên jiyanê hatin bidestxistin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Tîmên herekata taybet yên polêsan li herêma nêzî Çiyayê Cûdiyê operasyon kir.
Tîman li herêma ku duh lê 3 terorîst hatibûn berterefkirin lêgerîn kir.
Di lêgerînê da fîşengên çeka keleşê, tivingekeke M16yê û şarjoreke wê, 10 mêtro weris, 3 lître benzîn, 2 şarjor, tupek, 300 mêtro qablo, centeyek, cilên terorîstan, pêlav û gelek amûrên jiyanê hatin bidestxistin.
Hêzên ewlehiyê melzeme û amûrên bidestxistin îmhe kirin.