Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
MARDİN
Penaberên ji Sûriyeyê yên li Mêrdînê li "Navenda Tenduristiyê ya Penaberan a Bab-i Şîfayê" yên ku di çarçoveya "Projeya Sihetê" da hatin vekirin şifayê dibînin.
Di çarçoveya projeya ku Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Yekîtiya Ewropayê dimeşînin da li Artuklu û Qiziltepeya navçeyên Mêrdînê "Navenda Tenduristiyê ya Penaberan a Bab-i Şîfayê" hatin vekirin.
Doxtor û wezifedarên tenduristiyê yên ku li navenda dixebitin jî ji penaberan pêk tên û xizmetê didin penaberan.
Hedef ew e ku hejmara van navendên xizmeta tenduristiyê didin penaberan derxin 4an.
Saffet Yavuzê Midûrê Tenduristiya Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya Projeya Sihetê da ji bo xizmeta tenduristiyê bidin penaberên li bajêr dijîn 2 navend hatin vekirin.
Yavuz destnîşan kir ku li van navendan 4 doxtor, 2 hemşîre, 4 wezifedarên paqijiyê dixebitin, ew ê li Midyad û Nisêbînê jî ji heman navendan vekin.