23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Cîgirseroka TBMMê û Parlementera Stenbolê ya HDPê Pervîn Bûldan di çarçoveya dewa ku li Îdirê lê hatiye vekirin da li Edliyeya Bakirkoyê dîsa îfade da.
Li gor agahiyên ku hatin hildan Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê ji bo îfadedayîna Buldana ku ji ber "pesnê sûc û sûcdar" û "propagandaya rêxistina terorê" doz lê hatiye vekirin ji Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê ra nivîs şand.
Li ser wê nivîsê jî ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Navçeya Bakirkoyê çûn navnîşana ku Buldan lê dimîne û haya wê pê xistin.
Hat ragihandin ku Buldan jî tevlî parêzerê xwe çû Dadgeha Cezayê Giran a 6emînê dîsa îfadeya xwe da.
Di vê navberê da Şaxa Çapemeniyê ya HDPê daxuyaniyeke nivîskî ya ku tê da "Buldan îro li Stenbolê li mala lê dima hat binçavkirin" dihat gotin weşand. Buldanê jî li ser hesabê xwe yê malpera civakî diyar kir ku hatiye binçavkirin.