23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
ANKARA
Di operasyona hewayî ya ku balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê da birin ser hedefên DEAŞa rêxistina terorê yên li El Babê da 22 terorîst hatin berterefkirin.
Di agahdarkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) da hat gotin ku Operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê da bi mebesta parastina sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 122yemîn a hereketê de ji bo ku El Bab ji mensûbên DEAŞê bê paqijkirin operasyonê ji hewa û bejayê dewam kir û di şer û pevçûnên nav rojê qewimîn da 2 mensûbên DEAŞê mirin û "droneke" hat tespîtkirin aîdê PKK/PYDya rêxistina terorê ye hat qefaltin.
Di çarçoveya operasyonê da 143 hedefên DEAŞê bi bombebarandinê va hatin îmhakirin.
- 22 terorîst hatin berterefkirin
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî di çarçoveya Hereketa Mertalê Feratê da operasyon birin ser hedefên DEAŞê yên li El Babê.
Di operasyonê da 51 hedefên DEAŞê hatin bombekirin, 22 mensûbên rêxistinê jî hatin berterefkirin.