Ahmet Aydın
24 Îlon 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ANKARA
Yusuf Nazikê plankarê êrîşa bibombe ya li Reyhanliyê ku berî çendekî bi destê Serokatiya Teşkilata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) li Sûriyeyê hat girtin di çarçoveya doza êrîşan de hat girtin.
Nazikê ku piştî karûbarê wî yê li Rêveberiya Ewlekariya Enqereyê sewqî edliyeyê hatibû kirin li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê derket hember dadwer.
Dadbînî ku li gorî mezbeteya dadê bi sedema ewlekariyê ji çapemeniyê û temaşevanan re girtî bû.
Tevî parêzrên Nazik yên ku ji aliyê baroyê ve hatibûn wezîfedarkirin, parêzerên gilîdaran jî beşdarî dadbîniyê bûn.
Bi pê daxwaza Dozgerê Komarî Çinar Say, heyeta dadbîniyê biryara girtinê da Nazik.