İbrahim Atmaca
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
DUZCE
Li ser rêya D-100î texma Çiyayê Boluyê tavî û mij heye.
Li herêmê ji ber barana gur û mijê di trafîkê da car caran tengasî çêdibe.
Li ser rê texma Duzce û Boluyê li aliyê Biçkiyani, Karanlikdere, Bakacak, Elmalik û Seymenlerê meriv cî bi cî ji 25 mêtreyî zêdetir pêşiya xwe nabîne.
Ekîbên trafîk û rêbejê hişyariyê didin şofêran ku mesafeya teqîbê biparêzin û bi lez neçin.
Ji aliyekî din va rayedarên meteorolojiyê jî ragihandin ku baran wê dewam bike û dibe ku li deverên bilind berf jî bikeve.