Türkan Tosun
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Salman li ser têlefonê der barê Sûriye, Efxanistan û Yemenê de axivîn.
Berdevka Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Heather Nauertê der barê axaftina Bîn Salman û Pompeo de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin Pompeo ji ber hin mijaran spasiya Erebistana Siûdî kiriye.
Hat gotin Erebistana Siûdî bi hikûmeta Iraqê re ketiye têkiliyê û ji Iraqê re jeneratorên mazotê, keştiyên ku ava şor parzûn dikin şandiye, hewl daye ku pirsgirêka av û ceyrana welêt çareser bike. Ji ber van sedeman Pompeo spasiya Bîn Salman kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin Pompeo û Bîn Salman li ser rewşa Efxanistanê û Yêmenê jî axivîn.