Haydar Şahin
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
ADANA
Li Edeneyê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 10 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li dijî kesên tê gotin ku li ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê xebatan dimeşînin û dibe ku li bajêr çalakiyan li dar bixin xebat dan destpêkirin.
Ekîban navnîşanên kesên şikbar tesbît kir û bi operasyona hemdem avêtin ser 14 navnîşanan, polêsên tevgera taybet jî piştgirî dan operasyonê.
Ekîb li van navnîşanan geriyan û 10 şikbar binçav kirin.
Şikbarên binçavkirî li Yekeya Tipa Edlî ya Edeneyê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û şandin Midûriyeta Ewlekariyê.