Fatih Gazioğlu
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
KILÎS
Terorîstên PYD/PKKya rêxistina terorê yên ku li Efrînê moşek avêtin navenda bajarê Kilîsê.
Li gor agahiyan endamên PYD/PKKYa rêxistina terorê yên ku li Efrînê di saet 10.20an de moşekek avêtin navenda bajarê Kilîsê. Moşekê li taxa Şih Mehmed ya bajêr îsabetî baxçeyê zeytûnan kir. Di êrîşê tu kesî zirar nedît.
Tîmên polêsan piştî êrîşê tedbîr wergirtin û li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.
Hêzên TSKyê yên ku li sînor jî bi 'obusên bagerê' bersiv dan rêxistina terorê û hedefên li Efrînê xistin.
Rêxistina terorê ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya 20ê rêbendanê heta niha 20 moşek avêtin Kilîsê. Di êrîşan de 2 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.