Türkan Tosun
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Li bakurê Iraqê eqrebayên we hene, birayên me yên Kurd hene. Li bakurê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Tirkmen û ji nijadên din mirov hene. Ev hezar sal e em li ser van axan bi hev ra dijîn. Pêşiyên min jî Kurd in."
Yildirim li Meydana Hikûmetê ya Nû ya li Hekariyê di mitîngê de bangî gel kir.
Yildirim remezana welatiyan pîroz kir û got armanca me ew e ku teror û tundiyê ji rojeva Hekarî û Tirkiyeyê derxin.
Serokwezîr Yildirim behsa zozanên Hekariyê yên ku ji ber terorê hatibûn qedexekirin kir û got qedexeya çûyîna 153 zozanan hatiye rakirin û wiha dewam kir: "Dema ez hatim mîn dît ku dewar diçêrin, mirov çûne seyranê, kon danîne û dema xwe baş derbas dikin. Ya ku me dixwest jî ev bû. Ez ji Hekariya paytextê wê çiya ne dibêjim, ji cihê ku mirovên wê merd in ji Çiyayê Simbilê dibêjim, li ser bihûsteke vê axê jî teror wê nemîne, emê koka wan biqelînin. Emê bi hev ra vê bikin."
- "Pêşiyên min jî Kurd in"
Yildirim got ew hatiye Hekariyê ku her tiştî bi eşkere biaxive û wiha axivî: "Em bi xwe nikarin nijada xwe kifş bikin. Me dê û bavê xwe hilnebijartin. Em dibe ku Kurd bin, Ereb bin, Tirk bin, Tirkmen bin. Lê em çi dibin bila bibin, em mirov in, mirov. Rebê me yek e, kitêba me, pêxemberê me, rêya me yek e. Birayên min ên biqîmet ji bo çi emê şer bikin? Lê helbet gelek tiştên me yên ku divê em parve bikin hene. Em neviyên Selahaddîn Eyûbiyê fatihê Qudsê ne, neviyê Ehmedê Xanî ne. Li bakurê Iraqê eqrebayên we hene, birayên me yên Kurd hene. Li bakurê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Tirkmen û ji nijadên din mirov hene. Ev hezar sal e em li ser van axan bi hev ra dijîn. Pêşiyên min jî Kurd in."
Serokwezîr Yildirim anî ziman dema AK Partî hat ser wezîfeyê gelê herêmê Kurdî nediaxivî, têlevizyona Kurdî tunebû û wiha dewam kir: "Niha çi heye? TRT Kurdî heye. Mirov dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, li zanîngehan û dibistanan wekî zimanê hilbijartî Kurdî tê hînkirin. Bi înkarkirinê mirov nagihêje tu derê. Yê ku polîtîkaya înkarê terk kir, polîtîkaya asîmîlasyonê rakir û got 'em bi rojhilatê, rojavayê, Kurdan va yek in, bi hev ra ne, em Tirkiye ne' AK Partî ye, Recep Tayyîp Erdogan e."