26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
AGRI
Qesra Îshap Paşa ku 100 kilomêtro ji navenda bajarê Agiriyê dûr e, di Êwra Laleyan a Dewleta Osmanî da hatiye avakirin, xwedan mîmariyeke xweser e û rûçikê wê yê derva dişibe hêlûna qertelan, di her demsalê da bi bedewî û xweşikahiyên xwe yên cuda cuda va geştiyaran diezimîne.
Di navbera Rêbendan-Mijdara 2016an da 57 hezar û 541 tûrîstên biyanî û xumalî Qesra Îshaq Paşa ku werzê biharê bi kulîlkên xwe yên rengawreng, werzê zivistanê jî bi dîmena xwe ya di bin berfê da û bi mij û dûmana li serî va geştiyaran heyran û hejmet dihêle, ziyaret kirin.
Peywirdar bi bêran û bi makîneya avêtina berfê va berfa li hewşa qesrê paqij dikin da ku qesra dîrokî ji ber berfê zirarê nebîne û ziyareta geştyaran asteng nebe. Herwiha ev dîmena paqijkirina berfê jî bona geştiyaran dibe temaşegehek.
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Parêzgehê Muhsîn Bulut di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Qesra Îshaq Paşa her demsalê bi bedewî û heşikahiyeke cuda va dixemile û bi taybetî jî ew li benda welatiyên li parêzgehên li rojavayên welat in ku bên seredana qesrê.
Bulut diyar kir ku geştiyar zivistanê jî tên seredana qesrê û got ku sir û serma bona ziyaretan ne asteng e.
Bulut wiha axivî:
"Niha herçiqas germahî di bin sifirê da 10 pile be, hewa pir sar be jî geştiyar dikarin mehên zivistanê jî bên seredana qesrê û herwiha dikarin hemû şax û beşên qesrê bigerin. Sedema sereke ya vê derfetê jî xebata restorasyona dawîn e ku wezareta me kir."
- "Bi cama temperlî va tê parastin"
Bulut bi bîr xist ku qismekî Qesra Îshaq Paşa bi cama temperlî va hatiye parastin û wiha dewam kir:
"Ji bo ava şilî û berfê nekeve nav qesrê, bi cama temperlî va hatiye parastin. Berf dema ku dikeve ser van caman, pileyek germ jî hebe, ev berf di nav 2 rojan da dihele û di qulên curbecur ra diçe derva. Her derê Îshaq Paşa rind e. Di her hûrguliyên qesrê da meriv tameke cuda hîs dike. Ez hemû ziyaretvanan dewet dikim ku zivistanê jî werin Qesra Îshaq Paşa bibînin."
Bulut li ser pergala germkirina Mizgefta Qesra Îshaq Paşa jî sekinî û wiha got: "Di hîmê qesrê da pergaleke ku bin va qesrê germ dike heye. Pergala germkirina binê mizgeftê jî fikra Qaymeqamê Dogubayîzê Ulaş Akhan bû. Gelek baş çêbû. Ez sipasdarê Qaymeqam Beg im. Ziyaretvanên me dikarin di cihekî aram û germ da îbadeta xwe bikin."
- Qesra Îshaq Paşa
Qesr 7 kilomêtro li rojhilatê Dogubeyazitê ye û herwiha li ser girekî ku di hembêza çiyayekî da ye hatiye înşakirin. Avakirina qesrê di 1685an da hatiye destpêkirin û heya 1784an ajotiye. Qesr wekî berhema abîde ya dawîn a di Êwra Laleyan a Dewleta Osmanî tê pênasekirin. Herwiha qesr di warê dîroka hunerê da xwedan nirxekî giranbiha ye û ji 2 qat û 366 odeyan pêk tê.