26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
ANKARA
arê tehliyekirina sivîl û muxalifên li Heleba Rojhilat de agahî da û wiha axivî: "Di nav sê hefteyan de der barê tehliyekirina sivîl û muxalifên li Heleba Rojhilat de Wezareta Karên Derva, Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û saziyên me yên din xebitîn. Di encama xebatên tehliyekirina sivîlan da, 44 hezar kes ji Helebê hatin tehliyekirin û ew anîn Îdlibê. Niha ji bo ku pêdiviyên wan bên dîtin tevdîr tên dîtin û xebat tên kirin."
- "Tekoşîna li hember DAEŞê"
Berdevkê Serokomariyê Kalin: Der barê îdiaya rêxistina terorê DAEŞê çalakvanên xwe yên xwekujiyê yên li Reqayê şandiye El Babê de jî wiha axivî: "Yekîneyên me yên îstixbaratê, Serokatiya me ya Sererkaniyê der barê çalakiyên vê rêxistina terorê de xebatan diknin û tevdîrên xwe dibînin. Ew li qadê çi dikin bila bikin, di vê mijarê de biryardariya Tirkiyeyê wê dewam bike, ev operasyon wê biçe serî."
Kalin destnîşan kir ku li der û dora El Babê pevçûn û operasyon zêde bûne û wiha got: "Di nav hefteyekê de li der û dora El Babê pevçûn û operasyon zêde bûn. Ez dixwazim bibêjim ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ji bo ku li wir sivîl neyên kuştin pir hesas tevdigerin. Hefta borî bi operasyonan ve bi sedan hedefên DAEŞê hatin îmhekirin û 226 terorîstên DAEŞê jî hatin kuştin. Operasyon dewam dikin û ji vir şûn de jî wê bibiryar dewam bikin. Ev him ji bo ewlehiya me ya neteweyî mecburî ye û him jî di têkoşîna li hember DAEŞê de pêngaveke giring e. Operasyona me ya li der û dora El Babê di Operasyona Mertalê Firatê de pêngava dawîn e û di tekoşîna li hember DEAŞê de jî pir giring e.Aliyên ku her tim di mijara tekoşîna li hember DEAŞê de rexne li Tirkiyeyê digirin, ji bo operasyonên xeta Azez-Cerablus, Dabiq û Babê piştgiriyê nadên Tirkiyeyê, ev jî ne tevgereke ku bê pesendkirin."
- "Em mecburin ku vê şerê modern a ku ev şeş sal e dewam dike bidin sekinandin"
Kalinbehsa şerê Sûriyeyê ya ku şeş salin dewam dike kir û wiha axivî: "Heta rêvebiriyeke adil li Sûriyeyê çênebe û ev rêvebirî yekparetiya axa Sûriyeyê çêneke û hemû girseyan temsîl neke, ne ev şer xelas dibe, ne jî rêvebiriyeke din mumkun e. Şerê xwînî yê modern ku ev şeş sal e dewam dike, em mecbûr in ku bidin sekinandin. Divê hemû welat berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Li vê derê berpirsiyarî dikeve ser milê Rûsya, Îran, Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Amerîkayê. Divê meriv bi erênî tevbigere da ku pirsgirêkê çareser bike. Helwesta me jî çêker e."
- "Şop nîşan dide ku pêwendiya vê bûyerê bi FETOyê re heye"
Kalin der barê kuştina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Karlov de jî wiha axivî: "Li gor hemû agahiyên ku gihîştin destên me, şop nîşan dide ku pêwendiya vê bi FETOyê re heye. Bi wê êrîşa terorê û hewldana suîqestê ve FETO û hêzên li piştê, negihîştin armanca xwe. Yanê nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê ji bo ku berevajî bibe, problem çêbibe û qeyraneke nû pêk bê hewl dan û ev suîqest di destê wan de ma."