07 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
ÎSTANBUL
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1emîn a Stenbolê, qeyûm tayînî Ajansa Nûçeyan a Cîhanê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxwaz kir ku qeyûm tayînî Ajansa Nûçeyan a Cîhanê bê kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1emîn a Stenbolê li ser vê daxwazê sekinî û paşê biryar da ku 3 qeyûm tayînî Ajansa Nûçeyan a Cîhanê bibin.
Dadgehê eşkere kir ku qeyûmên ji bo Feza Gazetecilikê hatine tayînkirin û qeyûmên niha heman qeyûm in û ji ber vê jî hewce nake bihayek nû bê dayîn.