İbrahim Atmaca
04 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
MADRÎD
Di hefteya 27em a Lîga Fitbolê ya Yekem a Sipaniyayê (La Lîga) da Real Madrîdê di sehaya xwe da Getafe 3-1 têk bir.
Real Madrîd di Stada Santiago Bernabeuyê da bi Getafeyê ra leyîst.
Di deqîqeya 24em a pêşbirkê da Gareth Bale gola ewil avêt û xwediyê malê 1-0 da pêşiyê.
Di deqîqeya 45+1ê da bi gola Cristiano Ronaldo va Real Madrîd nîvê ewil 2-0 kuta kir.
Di deqîqeya 47em da ji tîma Getafeyê kartê sor dît û ji sehayê derket.
Di deqîqeya 65em da Francisco Portilloyê Getafeyê penalti kire gol û ferq daxist yekî.
Di deqîqeya 78emîn da Ronaldo skor kir 3-1 û encama pêşbirkê kifş kir.
Real Madrîdê bi vê skorê va pûanê xwe derxist 54an û di navbera wê û Barcelonaya lîder da 12, di navbera wê û Atletico Madrida rêza duyem da jî 7 pûan ferq heye.
Real Madrîd roja sêşemê di pêşbirka rovanşê a 16 tûrên dawîn a Lîga Şampiyonên UEFAyê da wê di deplasamanê da bi Paris Saint Germainê (PSG) ra bileyîze.