İbrahim Atmaca
19 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
MADRÎD
Di hefteya 29emîn a Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Sipanyayê (La Lîga) da Real Madrîdê di stada xwe da Gîrona 6-3 têk bir.
Real Madrid di Stada Santiago Bernabeu da bi Gîronayê ra leyîst. Nîvê ewil ê pêşbirkê di xeleka 11emîn da bi gola Cristiano Ronaldo, di xeleka 29emîn da bi gola Cristhian Stuani va 1-1 beranber kuta bû.
Di nîvê duyem da Ronaldo di xelekên 47, 64 û 90+1emîn da, Lucas Vazquez di xeleka 59emîn da û Gareth Bale di xeleka 86emîn da Real Madrid kir xalib.
Golên Gironayê di xeleka 67emîn da Stuani û di xeleka 88emîn da Juanpe avêtin û pêşbirk 6-3 bi serkeftina Real Madridê va kuta bû.
Ronaldoyê Portekîzî yê Real Madridê bi formeyên kulûb û tîma neteweyî va cara 50emîn mohra xwe li "hat-trick"a (li ser hev sê gol) xwe da. Fitbolîstê 33 salî di real Madridê da 44, di Manchester Unitedê da carekê, di Tîma Neteweyî ya Portekîzê da jî 5 caran hat-trick kir.
Real Madrid bi vê skorê va pûanê xwe derxist 60î, Gîrona di 43 pûanan da ma.