Haydar Şahin
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
ANKARA
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Roma û Lîverpool derketin nîvefînalê.
Romaya taxima Îtalyayê di pêşbirka li deplasmanê da li ber Barcelonaya taxima Îspanyayê 4-1 dabû der. Romayê vê carê li Stada Olimpiyadê ya Romayê ji Barcelonayê ra malxwedîtî kir.
Di deqîqeya 6an a nîva ewil a pêşbirkê da Edîn Dzeko golek avê û Roma 1-0 pêş ket. Di deqîqeya 58an a nîva duduyan da Daniele De Rossi bi penaltiyê va golek avêt û taxim 2-0 pêş ket.
Cengîz Underê gogbazê neteweyî yê ku di Romayê da dilîze di deqîqeya 73yan da di dewsa Patrik Schick da kete pêşbirkê û dest bi lîstinê kir.
Manolasê ku di pêşbirka ewil da gol avêtibû qeleya xwe vê carê di deqîqeya 82yan da golek avêt Barcelonayê û Romayê 3-0 pêşbirk ji Barcelonayê bir.
Romayê li deplasmanê golek avêtibû û bi vê avantajê va ji heyama 1983-1984an vir da cara ewil navê xwe qeydî nîvefînala Lîga Şampiyonan kir.
Lîverpoolê li deplasmanê qezenc kir
Manchester City û Lîverpoola taximên Îngilîz derketin hemberî hevdu. Manchester Citya ku li deplasmanê li ber Lîverpoolê 3-0 dabû der vê carê li stada xwe derket pêşbirkê.
Gabrîel Jesus di deqîqeya 2yan da golek avêt û Manchester City 1-0 pêş ket. Di deqîqeya 42yan da gola Leroy Sane bi hinceta ofsaytê va hat betalkirin û Pep Guardiolayê Direktorê Teknîkî yê Manchester Cityê piştî nîva ewil ji bo vê îtiraz kir û hakemê pêşbirkê Guardîola şande trubînan.
Di deqîqeya 56an da Mihemed Salah golek avêt û Lîverpolê xwe gihande reqîbê xwe. Roberto Fîrmîno jî di deqîqeya 77an da golek avêt û Lîverpool li ber Manchestere Cityê 2-1 pêş ket.
Di dema mayîn da gol nehatin avêtin û Lîverpool ji heyama 2007-2008an vir da cara ewil derkete nîvefînalê.