30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
ANKARA
Lijneya Jorê ya Radyo û Têlevîzyonê (RTUK) wê bi azmûnê 60 "Pisporên Alîkar ên Lijneya Jorê" werbigire.
Li gorî agahdariya ku di hejmara îro ya Rojnameya Fermî da derçû, pisporên alîkar ên ku wê bên wergirtin wê 7 jê ji hiqûq, 6 jê ji îqtisad, 5 jê ji kargerî, 4 jê ji rêveberiya qamûyê, 3 jê ji peywendiyên navneteweyî, 2 jê ji darayî, 3 jê ji îlahiyat, 3 jê ji ziman û edebiyata tirkî, 3 jê ji sosyolojî, 1 jê ji psîkolojî, 1 jê ji dîrok, 8 jê ji ragihandin, 8 jê ji elekrîk-elektronîk, 4 jê ji endazyariya komputerê û 2 jê jî ji îstatîstîkê bin.
Namzed divê şertên giştî yên madeya 48emîn a 657 Qanûna Karmendên Dewletê di xwe da bihewînin, ji 1ê Rêbendana 2017an pê va ji 35 saliya xwe nebihurîbe, di Qamûna Bijartina Personelê Qamûyê ya Gulana 2017an da di beşa eleqedar da 70 û jê zêdetir pûan wergirtibin.
Namzed wê ji bo azmûna ku di 11ê îlonê da ye, ji ser malpera dezgehê "www.rtuk.gov.tr"yê Forma Serîlêdana Azmûnê daxînin, bêyî kêmasî tijî bikin û herwiha wê bi rûçikê îmzekirî va di 7-18ê tebaxê da serîlêdana xwe bikin.