26 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
ANKARA
Lijneya Bilind a Televizyon û Radyoyê (RTUK) li ser telîmata Serokwezîriyê ji bo demekê qedexeya weşanê danî ser êrîşa terorê ya li Cizîrê.
RTUKê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku li gor benda 7an a qanûna bi nimroya 6112an ku dibêje "di rewşên ku pergala kamuyê dikeve talûkeyê û li gor Ewlehiya Neteweyî dibe ku qedexya weşanê were danîn" biryar hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo bûyera ku îro li Cizîrê qewimî jî li gor vê hikmê biryar hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku divê dîmen û weşanên ku di civakê da dibin sedema tirsê û tevliheviyê û xizmeta rêxistinên terorê dike, neyên weşandin.