15 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
ANKARA
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha gulanê de li gor heyama heman mehê ya par 0,1 puan zêde bû û bû 9,4. Di vê heyamê de hejmara bêkaran 106 hezar zêde bû û bû 2 milyon û 895 hezar.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê rêjeyên hêza kar a meha gulanê eşkere kir.
Li gor vê, li Tirkiyeyê hejmara kesên ku temenê wan 15 ye û ji 15yan zêdetir in û bêkar in, li gor gulana par 106 hezar zêde bû û bû 2 milyon û 895 hezar. Rêjeya bêkariyê jî 0,1 puan zêde bû û bû 9,4.
Rêjeya bêkariyê di meha gulanê de li gor mehek berê 0,1 puan zêde bû. Di meha nîsanê de rêjeya bêkariyê ji sedî 9,3 bû.