Ahmet Aydın
25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
Hat ragihandin ku li navçeya Ezazê ya Heleba Sûriyeyê, bi sedama êrîşa esmanî ya li dijî wê herêmê da, 7 kes hatin kuştin, 10 kes birîndar bûn û 20 kamyonên alikariyên mirovî yên ku ji bo koçberan diçûn şewitîn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin sitendin, di êrîşa esmanî ya li dijî Ezaza navçeya Heleba Sûriyeyê da, kamyonên alîkariyên mirovî yên ku diçûn herêmê bûn amanc.
Çavkanî destnîşan dikin ku di êrîşê da 7 ajokarên kamyonan hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn û dibêjin, "Rûsan êrîşî kamyonên alîkariyê kir. Di êrîşê da 20 kamyon şewitîn û bûn xwelî. Hejmareke gelek ji wesayitan jî xesara maddî gihişta wan."
Herwiha Zekeriya Karsliyê Fermaderekî Eniya Şamê ji grûbên mixalif got, "Firokeyên cengê yên Rûs êrîşî kamyonên alîkariyê kirine."