Önder Beyter
22 Adar 2018•Rojanekirin: 23 Adar 2018
AGRI
Şaredariya Agiriyê li ser rêya Agirî-Xamûrê li ser 90 donim erdî dest bi xebatên peyzajê kir.
Ekîbên Midûriyeta Parq û Baxçeyan a Şaredariya Agiriyê, li ser 90 donim erdê ku 4 kîlomêtro dirêj e, dest bi xebatên peyzaj û dardanînê kir.
Hedefa şaredariyê ew e ku li qada navborî ku li ser rêya balafirgehê ye, 360 hezar dirik û 8 hezar darî dayne.
Di çarçoveya projeyê da herwiha li ser guzergeha navenda bajêr jî wê ronî, rêya meşê, fîgurên Çiyayê Agiriyê û Keştiya Nuh ku sembolên Agiriyê ne, bên çêkirin û bi wî awayî rû û rengê bajêr wê were guhertin.
Walî û Cîgirşaredarê Agiriyê Suleyman Elban çû teseliya xebatan û der barê xebatan da ji rayedaran agahî wergirt.
Elban li vir di daxuyaniya xwe da wiha got, "Em ê dimenên nexweş ên li biniya bajêr rakin, şûna wan verastkirineke nû û nûjen ku wê li bajêr û gelê me yê Agiriyê bike, pêk bînin. Helbet plana me ew e ku ne bi tenê li ser guzergeha rêya balafirxaneyê, herwiha li ser guzergehên din jî em ê van xebatan pêk bînin."