15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Amerîkayê eşkere kir ku li ser sînorên welatê me artêşeke terorê ava dike. Wezîfeya me jî ew e ku beriya ev artêşa terorê çêbe bê fetisandin. Bi îzna Xwedê Artêşa Tirkiyeyê wê di demeke kurt da meseleya Efrîn û Minbicê çareser bike. Amadehiyên me temam bûn û wê operasyon dest pê bike. Peyra wê dor bê ser herêmên din."
Serokomar Erdogan: "Em baş dizanin ku evana çawa bêbext in û çawa durû ne, baş pê dizanin. Navê vê artêşê artêşa bêbextan e, bila ev jî wiha bê zanîn. Çendek bi şûnda dema serê vê artêşa terorîst a bêbext a ku ji 30 hezar kesî pêk tê, li wir ket belayê wê ewilî berê çekên xwe bidin eskerên Amerîkayê."