Nihat Kavşut
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
VAN
Li Wanê ekîbên cendirmeyan şofêrê ku tevî wesaîta xwe ket Behra Wanê xilas kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li Gorunduya taxa Gevaşê pîkapa ku T.H. diajot ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn ji rê derket û ket Behra Wanê.
Li gor agahiyan ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Edremîtê û Fermandariya Tîma Botan hatin ciyê bûyerê û ji bona xilaskirina T.H. dest bi xebatê kirin.
Li gor agahiyan şofêrê ku bi destê cendirmeyan hat derxistin û birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê.