Sevim Hatun
24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim ji bo spasiya wan bike û geşedanên dawîn gel hev binirxînin, fikr û ramanên xwe par ve bikin, vexwendin Kulliyeya Serokomariyê.
Di daxuyaniya ku ji serokomariyê hat kirin da wiha hat gotin: "Birêz Serokomarê me di 25ê tîrmehê saet 14.00an da bi Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim ra bê bal hev. Serokomar wê ji bo ku li hemberî hewla derbeyê ya terorê bi biryarî sekinîn spasiya serokan bike."
Hevdîtin wê li Kulliyeya Serokomariyê ya Beştepeyê bê kirin.