Türkan Tosun
12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Mizgefta Fatîhê beşdarî merasima cinazeyê polês Haşîm Ustayê ku di êrîşa terorê ya li Stenbolê de miribû, bû.
Erdogan serxweşî da malbata Usta û li mizgeftê ji bo şehîdan Qur'an xwend.
Malbata Haşîm Usta, eqrebayên wî, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Suriştî Berat Albayrak, Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn, Şaredarê Stenbolê Kadîr Toptaş, gelek rayedarên din, polês û welatî beşdarî merasima cinazeyê bûn.
Miftiyê Stenbolê Rahmî Yaran nimêja cinazeyê da kirin û ji bo şehîdan got ku Xwedê rehma xwe li wan bike.
Yaran helbesteke helbestvan Cengîz Numanoglu jî xwend û got ku şehîdan ji bo welat, gel, aramiyê, ewlehiyê û îslamê canê xwe feda kirine.
Piştî nimêja cinazeyê ji bo ku bê definkirin cinazeyê Usta birin Goristana Şehîdan a Edîrnekapiyê.