Elif Orhan
15 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2015
SOFYA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Sofyaya paytextê Bilxaristanê di meqamê wî de Mistefa Hecî Alîşê Sermiftiyê Misilmanên Bilxaristanê ziyaret kir.
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku heke tirkên li Bilxaristanê ji aramî, sikûn, mafên mirovan û azadiyan, azadiyên dinî sûd wergirin dê ev yek hem piştgiriyê bide Bilxaristanê hem Tirkiyeyê hem jî piştgiriyê bide dostaniya di navbera Tirkiye-Bilxaristanê de.
- "Hemnijadên me nûnerên herî xweşik ên nêrîna îslamî ne"
Davutoglu got ku "Bi taybetî van demên dawîn dijî nêrînên radîkal, hem DAEŞ hem jî rêxistinên terorê yên wekî DAEŞê yên digel ku misilmanan temsîl nakin lê dîsa jî wekî ku misilmanan temsîl dikin tevdigerin hem li Ewropayê dijî nêrînên radîkal ên ku êrîşê mizgeftan dikin Tirkiye û Bilxaristan di nav helwesteke ku tolerans, misamaha, xweşbîniya dûalî derdixîne pêş de ne." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hemnijadên me yên li Ewropayê li Bilxaristanê nûnerên herî xweşik ên aştî û nêrîna îslamî ya ku ji kevneşopiya me tê ye. Parastina vê yekê girîng e. Bi heman awayî li vî welatî ji bo me daxwazeke girîng e ku tu welatî, welatiyên wekhev ji ber dîn, nijad, etnîsîteya xwe neyê dûrxistin û divê bê tetbîqkirin. Me ev hemû bi meqamên Bilxaristanê re di atmosfereke dostane de parve kir."
- Li Diyarbekirê şehîdkirina 3 polêsan
Serokwezîr Davutoglu diyar kir di dema ziyareta Bilxaristanê de agahî giha wan ku li Diyarbekirê 3 polês hatine şehîdkirin û wiha axivî: "Ez ji vir car din sersaxiyê didim malbatên wan. Tirkiye ji têkoşîneke dijwar re deras dibe lê di vê têkoşîna dijwar de tu carî dê nekevin nav rewşeke ku teror û terorîst dixwazin. Dê nekevin nav dafikên wan. Em dê têkoşîna hewcedar li hemû civakê û hemû derê welêt bikin. Xwedê rehma xwe li wan bike û ez sersaxiyê didim malbatên wan."
Di ziyaretê de Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim jî amade bûn.