Ahmet Aydın
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
KOCAELÎ
Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Kocaeliyê li Meydana Îradeya Millî beşdarî mitînga partiya xwe bû û gotarek pêşkêşê welatiyan kir.
Erdogan anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de heta nuha serdana 28 wîlayetan kiriye û got, "Ez behsa civînên holên girtî nakim ha. Ezê nuha ji vêderê herim civînekê. Îşev Şeva Qedrê ye, seat 00.00ê li Esenlerê emê digel nêzîka 100 hezar kesî beşdarî şeva dueyan bibin. Şaredariya me tiştek wisa tertîp kiriye. Rawestan nîn e, emê berdewam bin heta em senceqa serkeftinê biçikînin."
- "Li vî welatî dareke we yî çandî, kevireke we yî li ser kevir nîn e"
Serokomar Erdogan got, "Hûn dizanin ya ku mêrik dibêje çiye? 'Ew' dibêje 'wê kek bide' û dibêje 'ezê ji bo febrîqê karkeran bistînim.' We bawer kir? Ma di jiyana we de tiştek wiha bûye? We febrîqeya balafiran a ku rehmetiyê Nûrî Demiragê Sêwasî çêkiribû we girt û we kir febrîqeya ocaxa xazê. Eha CHP ev e, ev. Hûnê bi kê bidin bawerkirin? Dareke we yî çandî nîn e li vî welatî."
Erdogan got, "Muharrem beg, dibêje 'ez li dijî Qenal Stenbolê me.' Li vî qafî binerin. Serî wî nakşîne. Hê duh pêr di tengavê de keştiyekê li yaliyekê qeliband. Heke ew tanker ba, Xwedê biparêze, wê bi mehan agir bidomiya. Fêm nake, serokê wî yê giştî jî fêm nake."
- "Li vî welatî bi qasî 18 salan banga Allahû Ekber li ser vî welatî dabirîn"
Serokomar Erdogan derbarê serdema takepartiyî de wiha axivî, "Di serdema takepartiyî ya CHPê de vana millet perîşan kir. Hemleya me ya geşepêdanê sekinandin. Li vî welatî bi qasî 18 salan banga Allahû Ekber li ser vî welatî dabirîn, nuha jî radibin hesabê fişar û wêranbûnê dikin. Ma ne ev bûn yên ku ezan bi Tirkî didan xwendin."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû: "Emê ti carî rê nedin ku zihniyeta CHPê ya qedexekar, fişarkar, dîktator nûnerê yek zilamiyê, careke din li qoltixê şofêr ê Tirkiyeyê rûne. Emê ti carî razî nebin ku ew bêrewiştên ku jibîlî qiragê teyran nas nakin û jibilî wêrankariyê karê wan tune, niyetên xwe cibicî bikin."
- "24ê hezîranê Tirkiye dikeve serdemeke nû"
Erdogan herwiha got, "24ê hezîranê wê cihê be. Tirkiye dikeve serdemeke nû. Hûn dibînin bê ka cîhan çawa bi me ve dilbike. Yên ku bersivê bide cîhanê hûn in, hûnê bi awayekî demokratîk dengê xwe bikarbînin."