Nihat Kavşut
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
TRABZON
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li bajarê ku her sal 100 hezar ciwanên me lê dixwînin di heyama havînê ya 3 mehî da em bi miaşê herî kêm derfet û îmkana xebata civakî didin."
Erdogan li Parka Meydanê di mitînga partiya xwe da peyivî.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku bêbextiyê li demokrasiyê dikin û wiha got: "Ev li hember demokrasiyê di nav bêbextiyeke wisa da ne ku rayên gel û îradeya neteweyî li masên endazyariya siyasetê dikin mêze."
Serokomar Erdogan bal kişand ser pirsgirêkên cotkarên findiqan û wiha got: "Hevalên min behs kirin ku di warê findiqan da hin pirsgirêk hene. Piştî hilbijartinê înşellah em ê çareseriyeke ku cotkar jî pê mexdûr nebin bibînin."
Erdogan diyar kir ku hişmendiya CHPyê di salên berê da zanîngeh kiribûn hêlînên terorê û ciwan bi hev dan kuştin û got ku ji xeynî vê tu tiştekî din nekirine.
Serokomar Erdogan der heqê banga Înce ya ji bona berdana Demirtaş da wiha got: "Çawa dibêje 'Namzedê serokomariyê ye û berdin.' Şert û mercên namzediya serokomariyê hene. Gorî min ev şaş e. Hêvî dikim ku ev jî bê rastkirin. Dibêje mehkûm nîne û girtî ye. Sedema girtina wî zehf girîng e."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da mizgînî da xwendekarên zanîngehê û wiha got: "Li bajarê ku her sal 100 hezar ciwanên me lê dixwînin di heyama havînê ya 3 mehî da em bi miaşê herî kêm derfet û îmkana xebata civakî didin."