Haydar Şahin
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
ANKARA (AA) - Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan duh di fitarê da bi gundparêzan ra hat ba hev.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, li Baregeha Serkaniyê di malxwedîtiya Akar da şîva fitarê hat dayîn.
Orgeneral Akar di şîvê da axivî û diyar kir ku gundparêz li erdên welêt xwedî derdikevin, bi hêzên ewlekariyê ra dikevin milên hev û têkoşînê didin, di operasyonan da qehremanî û fedakariyê dikin ji ber vê jî ji wan ra sipas dike û serkeftina wan dixwaze.
Orgeneral Yaşar Gulerê Fermandarê Hêzên Beja, Koramîral Adnan Ozbalê Fermandarê Hêzên Behrê, Orgeneral Hasan Kuçukakyuzê Fermadarê Hêzên Asîmanî û Orgeneral Umît Dundarê Sererkanê 2yan beşdarî fitarê bûn.