Abdullah Tel
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nimêja Eyda Remezanê li Mizgefta Mîmar Sînan a Ataşehirê kir.
Serokomar Erdogan piştî nimêjê li ber mizgeftê daxuyanî da rojnamegeran, eyda hemû welatiyan pîroz kir.
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar got ku hêviya wan ew e ev eyd bibe wesileya yekîtiya alema Îslamê, aştî û bihevratiyê û wiha pê da çû: "Îro bi taybetî ji ber şekir tansiyona min rabû. Hemd be di demeke kurt da baş bû. Ez niha çêtir im. Bernameya me di saet 15an da li Navenda Kongreyê ya Halîçê bi hevdîtina partiyiyên xwe ra emê dewam bikin."
Serokomar Erdogan helwesta Qeterê ya li hemberî 13 xalên ku jê dihat xwestin bisepîne lê red kir da jî axivî û got ku ew ji ber vê helwestê Qeterê pîroz dikin.