08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serdarê Tabûra Harekata Taybet a Cendirmeyan Necmettîn Tetikê ku li Akademiya Tiba Leşkerî ya Gulhaneyê (GATA) tedawî dibîne, ziyaret kir.
Serokomar Erdogan ji bo rewşa Tetik ji dixtoran agahî hilda. Tetik li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê di operasyona li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz da birîndar bibû û ew rakiribûn GATAyê.
Erdogan li GATAyê xaziyên ku di operasyonên dijî terorê da birîndar bûn jî ziyaret kirin.
Ziyaret bêyî çapemeniyê hat kirin û nêzî 50 deqîqeyî dewam kir.
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Fahrî Kasirga di ziyaretê da hevaltiya Erdogan kirin.