08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
KARS
Li Qersê nebata "cax" a ku tê diyarkirin ji tenduristiyê ra rind e û xelk berhev dike, derket ser dezgehan.
Ev nebata ku li çil çiyayê gundê Karaurgan û Karakurta Sarikamişê hêşîn dibe û ji aliyê xelkê deverê tê berhevkirin, hat destnîşankirin ku ji nexweşiyên şekir, hûr û roviyan ra baş tê.
Xelkê gundên vê deverê hersal di meha gulan û hezîranê da vê nebatê berhev dikin û îsal jî kîloya caxê bi 8 lireyî difiroşin.
Esnaf Bilal Boztaş di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku ev nebat ji aliyê xelkê herêmê ji çil û çiyan tê berhevkirin û wiha got, "Cax şifayê dide, madê merivan vedike û ji hûr û roviyên merivan ra baş tê. A herî girîng jî tê zanîn ku seba nexweşiya şekir jî rind e. Bi piranî mirov di nava avê da zer dike, xwê lê dike û dixwe. An jî mirov dike tirşîn û zivistanê dixwe."