Nihat Kavşut
31 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
ÎZMIR
Serokwezîr Yildirim: "Macronê Serokomarê Fransayê qaşo wê li ser navê Fransayê di navbera rêxistinên terorê û Tirkiyeyê da navbeynkariyê bike. Kê ev wezîfe û raye daye te?"
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Merasima Vekirinê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Odemişê da axivî.
Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Em ê ji sala 2019an pê va êdî aşiyên wek tetenoz û dîfteriyê li Tirkiyeyê çêkin."
Serokwezîr Yildirim bertek nîşanî pêşniyaza Fransayê ya ji bona navbeynkariyê da û wiha axivî: "Macronê Serokomarê Fransayê qaşo wê li ser navê Fransayê di navbera rêxistinên terorê û Tirkiyeyê da navbeynkariyê bike. Kê ev wezîfe û raye daye te?"
Yildirim destnîşan kir ku Tirkiye bi terorîstan ra rûnanê û wiha peyivî: "Tirkiye bi terorîstan ra muzakereyê nake û bi destê wan nagire, tenê koka wan diqelîne. Me biryar daye ku wekî li Efrîn û Mertalê Feratê li çar aliyê welêt hemû terorîstan ji holê rakin."
Serokwezîr Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Fransa qaşo endamê NATOyê ye û bi me ra ye. Ey Fransa heger ji Tirkiyeyê fehm nakî ma tu qet ji dîroka xwe jî îbretê hildanî? Dixwazin êşa ku we anî serê Cezayîrê bînin serê xelkê mezlûm yê Sûriyeyê jî. Ev karekî çawa ye. Ji bona me rêxistinên terorê yên zilmê li xelkê Sûriyeyê dikin eynî ne û di heman astê da ne. Heger Macron dixwaze di navbera rêxistinên terorê da bibe hekem, bila kerem bike û bibe. Karê Tirkiyeyê bi terorîstan ra tuneye."