05 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) cara ewil hat Serokatiya Sererkaniyê.
Serokê Sererkaniyê Hulusî Akar, Serokê 2yemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Umît Dundar û Sekreterê Giştî yê Sererkaniyê Tumgeneral Îrfan Ozsert çûn pêşiya Serokwezîr Yildirim û ew ezimandin.
Yildirim slav da mangaya eskerî ya ew pêşwazî kirin û paşê jî Deftera Şerefê ya Sererkaniyê îmze kir. Piştî pêşwazî û îmzeyê Yildirim û Akar ji bo hevdîtinê derbasî meqam bûn.
Beriya hatina Serokwezîr di têketina Serokatiya Sererkaniyê da tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.
Baregeha Sererkaniyê di hewla derbeya FETOyê da ji cihên ewil ên ku eskerên derbeker ji xwe ra kiribûn hedef yek bû, Orgeneral Akar di serî da hin fermandar li vê derê dîl hatibûn girtin.