Fatih Gazioğlu
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
AGRI
Serokwezîr Bînalî Yildirim Walîtiya Agiriyê ziyaret kir
Serokwezîr Yildirim di çarçoveya Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 27an û Serokomariyê de bo lidarxistina mîtingê hat Agiriyê.
Yildirim bi otobêsa Serokwezîriyê ji Balafirgeha Ehmedê Xanî bi rê ket û ji aliyê navenda bajêr va hat. Welatiyên li ser rê eleqeyeke mezin nîşanî Yildirim dan. Serokwezîr Yildirim jî silav li welatiyan kir.
Yildirim piştra Walîtiya Agiriyê ziyaret kir. Yildirim, avahiya Walîtiyê ji aliyê Walî Suleyman Elban û protokola bajêr va hat pêşwazîkirin.
Walî Elban der barê proje û veberhênana bajêr da agahî dan Serokwezîr. Civîn ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.