Önder Beyter
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
MARDÎN
Li Mêrdînê di vebûna buroya hilbijartinê ya HDPyê da welatiyan alaya Tirkiyeyê bi xanî, kargeh û wesayîtên xwe va daliqandin û bertek nîşan dan.
Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Buldan, Şaredarê berê yê Bajarê Mezin Mêrdînê Ahmet Turk ku ji wezîfeyê hatibû hildan û namzedên parlamenteriyê beşdarî vebûna buroya hilbijartinê ya li ser Kolana Ravza a li navçeya navendê Artuklu bûn.
Esnaf û şêniyên nêzîk bertek nîşan dan ku alaya Tirkiyeyê bi buroyê va nehat daliqandin û beriya vebûnê jî alaya Tirkiyeyê bi xanî, kargeh û wesayîtên xwe va daliqandin.
Hin esnaf jî li kargeha xwe sirûda mehter vekir û berteka xwe nîşan da.
Esnaf Kamil Mungan di daxuyaniya xwe da bertek nîşanî wê yekê kir ku HDPyê di vebûna buroya xwe da alaya Tirkiyeyê daneliqand.
Mungan wiha axivî, "Partiyeke ku ji xwe ra dibêje ez partiya Tirkiyeyê me, divê alaya Tirkiyeyê daliqîne. Wekî bertek me jî alaya Tirkiyeyê daliqand. Bira alaya Tirkiyeyê bibînin. Jixwe li mala min jî 7 roj 24 saet alaya Tirkiyeyê daliqandî ye. Ez ji kesî neatirsim. Kalikê min di Şerê Rizgariyê da seba vê alayê dîl ketiye. Ev ala, alayeke ku hêsan hatiye bidestxistin nîne. Divê ev yek wiha were zanîn."